10 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
BERLÎN
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew û Wezîrê Karên Derveyê Amerîkayê Rex Tîllerson wê di 19ê Adarê da hevdîtinê bikin.
Çavuşoglu daxuyaniya da rojnameya Die Zeitê û got: "Êrîşên li ser Tirkiyeyê yên ku ji aliyê Menbicê va dihatin kirin, bi dawî bûn. Lê êdî dawî li êrîşan hat. Niha bi Amerîkayiyan ra ji bo aramîkirina bajarên li rojhilatê Menbic û Feratê dikevin, me li hev kir. Ji bo vê jî me komên xebatê ava kir. Di 19ê Adarê da ez ê bi Rex Tîllerson ra hevdîtinê bikim. Em hêvî dikin ku Amerîka piştgiriya dide rêxistinên terorê biqedîne. Evana ji sedî 25ê welêt hildane bin kontrola xwe lê piraniya şêniyên li wan deran dijîn Ereb in. Mînak Reqa, ev bajar di bin kontrola kê da ye? YPG. Nêzî 350 hezar Kurdên ji Sûriyeyê yên ku YPGê ew sirgûn kirine li Tirkiyeyê dijîn."
Di daxuyaniya xwe da Çavuşoglu qala Operasyona Çiqlê Zeytûnê kir û wiha pê da çû: "Armanca me dawî li talûkeyê anîne. Harî dawîn talûke Efrîn bû. Ji Efrînê nêzî 700 roket avêtin Tirkiyeyê. Gelek sivîlên me hatin kuştin. Ji wana qismek jî welatiyên Sûriyeyê yên ku li Tirkiyeyê bi cih bûbûn û qismekî wan jî Tirk bûn. Ji bilî vê tu alternatîfeke me tunebû. Em dixwazin talûkeya ji ber PKK û YPGyê tê ji holê rabikin."
Der barê biryara dawîn a Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 2041î da jî çvuşoglu got ku di wir da qala Xûte û Îdlibê tê kirin û tiştekî Efrînê eleqedar bike tuneye.