24 Mijdar 2016•Rojanekirin: 25 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima Roja Mamosteyan a ku li Navenda Çand û Konreyê ya Beştepeyê hat kirin da xeberda.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku em dixwazin karkerên fikr û ramanê ku xwe nas dikin, dîroka xwe dizanin û nirxên medeniyeta xwe fehm kirine bigihînin û wiha got: "Em naxwazin kesên ku rêxistinên terorê wan di çalakiyên xwe yên xwînrêj da diemilînin bigihînin, em dixwazin ciwanên wekî nifşa Asim bigihînin ku pêşeroja welatê me rizgar bikin, derdê me ev e. Em naxwazin sîxurên mêtingeriyê ku ji welatê xwe aciz in û xwe dişibînin Rojavayê bigihînin, em dixwazin karkerên fikr û ramanê ku xwe nas dikin, dîroka xwe dizanin û nirxên medeniyeta xwe fehm kirine bigihînin."
Erdogan diyar kir ku cudakariya nijad û mezhebî tê kirin û wiha axivî: "Mezintirîn qada îstismarê ya rêxistinên terorê yên wekî PKK û DHKP-C ku cudakariya nijad û mezhebî dikin, FETO û DEAŞ ku xwe li paş têgehên dînî vedişêrin, ew xeletî û şaşî ne ku di warê perwerde û hîndekariyê da tên kirin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku têkoşîna li dijî terorê wezîfeya hemû civakê ye û wiha dewam kir: "Têkoşîna li dijî terorîstan wezîfeya yekîneyên ewlehiyê ye, lê têkoşîna li dijî terorê wezîfeya hemû civakê ye. Em naxwazin ewladekî me jî bikeve destê van rêxistinên ku dijminê mirovahiyê ne. Kîjan rêxistina terorê dibe bila bibe, em naxwazin ewladekî me jî bêbextiyê li welat, gel, dewlet û dê û bavê xwe bike. Divê em li dijî yên ku wiha navenda xirabiyê ne bi hev ra şer bikin."
Erdogan destnîşan kir ku yên ku ji rêxistina terorê ra kadroyan peyda dikin hene û wiha peyivî: "Endamên Wezareta Perwerdeya Neteweyî ku erênî li terorê dinihêrin û ji bo kadroyên çiyê û bajaran milîtanan peyda dikin tunene? Helbet hene. Bêbextên wiha di saziyên me yên din da jî hene. Lê ev di nasnameya wan da çi binivîse jî mamoste nînin û kesên di dirûvê mamosteyan da ne."
Serokomar Erdogan wiha xeberda: "Polîtîkayên perwerde-hîndekariyê yên ku ne li gorî dîrok û çanda vî welatî ne, mixabin bûn sedem ku nifşên şerxwaz, nexweş û durû derketin holê. Bi taybetî FETOyê encama polîtîkaya perwerdeyeke zorbe, jakoben e û li paş maye û ji nirxên civatê dûr e."
Serokomar Erdogan der barê yên ku ji wezîfeyê tên hildan da wiha got: "Ên ku ji kar tên dûrxistin û wesaîre, helbet emê dûr bixin. Em dixwazin heya ku pêkan be, bira reş û spî tevlihev nebe. Lê evqas tişt jî mimkun e, belê mimkun e. Ji ber ku ji Ayê heya Zyê xwe pir ecêb vedişêrin. Helbet îro ne pêkan e, tiştên ku ez dizanim, bêjim. Lêbelê înşellah ku roj hat, belkî pênûsê were ziman. ji ber ku rast nîne, meriv li her derê qala her rastiyekê bike. Ji ber hindê sebr divê."
Erdogan der barê astengkirina wî ya bi rêya vîdeokonferansê va beşdarbûna mitînga Almanyayê da wiha peyivî: "Tê destûrê nedî ku Serokomarê Komara Tirkiyeyê bi rêya telekonferansê biaxive, lê li wan deran destûrê bidî serokên organên terorê. Ev uzwên ku alîkariyê didin terorê. Ez dixwazim bila ev wiha were zanîn."