Ahmet Işık
25 Mijdar 2021•Rojanekirin: 26 Mijdar 2021
Li Batmanê bi boneya 24ê Mijdarê Roja Mamosteyan tûra bisiklêtan hat lidarxistin.
Mamosteyên ku di çarçoveya çalakiya ku ji aliyê Civaka Bisiklêtan ya Batmanê (BATBÎT) ve hat lidarxistin de, civiyan, bi bisiklêtên xwe di nava bajêr de tûr avêtin.
Mamosteyan dema li guzergeha diyarkirî bisiklêt diajotin welatiyan ji wan re li çepikan xist.
Ji mamosteyan Huseyin Mercimekçiyê di nava tûrê de destnîşan kir ku bi vê çalakiyê dixwazin hişmendiyê bi cih bikin û wiha got, "Bi mebesta ku em balê bikişînin ser giringiya mamosteyan û cihê wan ê di nava civakê de me ev çalakî li dar xist."
Mamoste Aynur Cebeciyê jî anî ziman ku ew ji bisiklêtsiwariyê hez dike û kêfxweşiya xwe ji wê çilakiyê anî ziman.