02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY)ê da got: "Ev rêxistina ku hêmanên dînî bi kar dianî nifşên ciwan qirêj dikir û ew dikirin wek robotê bi tenê ne ji bo me ji bo hemû welatên ku hebûna xwe lê didomîne tehdîdeke mezin e."
Serokomar Erdogan di rûniştina vekirina Foruma Kar û Aboriyê ya Tirkiye-Afrîqayê ya ku li Navenda Kongreyê ya Lutfu Kirdar hat kirin da axivî, pesnê hewl û xebatên gelê Afrîqayê ku ji bo azadî û serxwebûnê dan bi bîr xist û wiha pê da çû: "Me mustemlekebûn red kir. Me îtiraz kir ku bibin însanên ji rêzê. Me ji hemû dinyayê ra îlan kir ku em ê nebin neletiyên ser rûyê dinyayê. Xelkê Afrîqayê wekî xwîşk û birayên xwe yên Tirkiyeyê azadiya xwe bi litf û îhsanê na bi xwîn û neynûkan qezenc kir."
Helwesta welatên rojavayî rexne kir û destnîşan kir ku di meseleya Sûriye û penaberan da ew tehemmul nakin kesên di warê mafên mirovan da paşdamayî ne dersê bidin wan û xeberdana xwe wiha domand: "Him li Afrîqa û Rojhilata Navîn pevçûnan zêde bikin, ji van pêvçûnan hesabê karê bikin him jî deriyên xwe ji mexdûrên ku ji ber siyasetmedarên wê ketine vî halî ra bigrin... Karê ku nika welatên Rojavayê dikin ev nîne? 10 kesî hildide, 50 kesî hildide, 100 kesî hildide û ji bo vê jî deyndar dike. Hûnê ji aliyekî va ji bo berjewendiyên xwe yê aboriyê gelek welatên Afrîkayê feqîriyê têxin wek qeder, ji aliyê din va jî di behrên Sipî û Egeyê da ji bo xeniqandina kesên ku ji ber feqîrî û pevçûnan direvin bêdeng bimînin. Paşê jî wêneya Aylanê zarok hildin wek amûreke mêtingeriyê di kovarên xwe da têxin berg..."
Di berdewamiya xeberdana xwe da Serokomar Erdogan got ku deriyê wan her tim ji bo rexneyên tên kirin vekiriye wiha pê da çû: "Em tucarî dest ji destkeftiyên xwe nakişînin. Divê em nekişînin. Helbet deriyê me timî li ber piştgirî, pêşniyaz, rexne heta rexneyên herî tund vekiriye. Mecbûr e ku vekirî be, lêbelê em wê jî qebûl nakin ku bi zarekî pozbilind, tiliya xwe ji me ra li ba bikin û mîna murebiyekê îstiqameta me xêz bikin."
Serokomar Erdogan bal kişand ser hewla derbeya FETOyê ya 15 tîrmehê û kirinên wan ên geremolî û got: "Şeva 15ê tîrmehê hewla derbeya serneketî ku hate serê welatê me, jî ji aliyekî va çalakiyeke mezin a terorê ye. Di vê çalakiya terorê da 246 welatiyên me şehîd bûn, 2 hezar û 197 jî birîndar bûn. Kiryarê vê jî rêxistina terorê ya FETOyê ye. Salên dûr û dirêj in ku bi navê saziyên legal rêxistin xurt kirin, li ser navê perwede-hîndekariyê, alîkariya mirovahî, diyalogê xwe veşartin û ketin nav dewletê. Şeva 15ê tîrmehê jî bi milîtanên xwe yên nav artêşa me va hewla derbeyeke xwînî da. Ev rêxistin herî zêde li parzemîna Afrîqayê xurt e. Welatên parzemîna Afrîqayê divê li hember vê rêxistinê pir hesas û baldar bin. Siberoj heke ku di nav rêvebiriyiyên dewletê da cih girtin, wê pir dereng bibe. Ji ber ku hate serê me, em pêş da hişyariyê bidin birayên me yên wek we."
Serokomar Erdogan diyar kir ku divê li dijî terorê têkoşîn bê dayîn û hemû welat jî di vê mijarê da hevkariya hev bikin û xeberdana xwe wiha domand: "Têkoşîna dijî terorê têkoşîna me ya hevpar e. Lewra di têkoşîna dijî terorê ya navneteweyî de, hevkariya navneteweyî neyê kirin, nabe. Heke em hevkariyê nekin û ji bo vê hevkariyê hewl nedin, ew ê ev xetere mezin bibe û siberojê derkeve pêşberî me."
Kar û xebatên ku FETO li welatên derva ji bo pêşketina xwe dike jî di rojeva Serokomar da cih girt û wî welatên FETO lê hene hişyar kir û got: "Ez dixwazim pir eşkere û zelal vê îfade bikim; ev rêxistina ku têgehên dînî diemilîne û nifşên ciwan îfsad dike, wan dike mîna robotan, ne tenê bona me, belkî bona hemû welatên ku lê ye, gefeke mezin e."