27 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê, bernameya ku endamên Rêxitina Terorê ya Fetullahî (FETO) di nav xwe da bikaranîne, di îfadedayîna endamên rêxistinê da eşkere bû. Derket holê ku rêxistinê di nav endaman da bernameya bi navê "Eagle"yê ku wekî WhatsAppê xuya dike bikaraniye.
Polês û eskerên ku di çarçoveya hewla derbeyê ya FETO da îfadê didin, derbarê bernameya peyam şandinê ya bikrîpto a bi navê "ByLock" û "Eagle" da bi hûrgilî agahî dan. Di îfadeyên xwe da diyar kriin ku endamên rêxistinê ku wekî "Abê" têne binavkirin ev bername pêşniyazê wan kir û li ser pêşniyaza wî li têlefonên xwe bar kirin.
Endamên rêxistinê yên ku nexwestin bernameyê li têlefonên xwe bar bikin ketin zorê, ji wan ra gotin hûnê têlefonên nû bistînin, bernameyê lê barbikin herwiha hûnê vê bernameyê li têlefonê hevalên xwe yên nêzîk jî barbikin.
-Wekî WhatsAppê xuya dike lê naverok cuda ye
Alîkarê Komîser A.Çyê berpirsê komîseran ê FETOyê got ku wî li ser telîmata kesê bi navê "Mehmet Abê" bernameya "ByLock"ê li têlefona xwe bar kiriye.
A.Ç got ku di sala 2015an da ev bername ji têlefonan jê birin û di şûna vê bernameyê da bernameya "Eagle" ku zendikin ji bernameyên din ewletir e li têlefonan bar kirin û wiha dewam kir:
"Taybetiyeke vê bernameyê ev e, hûn bixwazin bi ji bernameyên wekî WhatsApp Kakao an lîstik bi kîjanî pîne bikin dikarin bikin. Wexta ku hûn lê binêrin wekî WhatsApp xuya dike lê naveroka wê Eagle ye. Peyamên ku di nav 24 saetan da tên otomatîk tên jêbirin, zehf bi ewle ye. Ya ku ji me ra hat gotin ev e; kes nikare vê bernameyê deşîfre bike, kes nikare tespît bike."
-Ji bilî cemaetê kes bikarnayne
Alîkarê komîser R.O jî got ku wî jî li ser telîmeta heman kesî ev bername daxistiye û bikaraniye.
R.O got ku ev bername bi awayekî veşartî hatiye bikaranîn û paşê telîmat dan ku vê bernameyê ji têlefonan jê bibin.
R.O got ku ji bilî cemaetê kes vê bernameyê bikarnedaniya û wiha pê da çû: "Bernameya Eagleyê barkirin. Bernameyên wekî ByLock û Eagleyê bi kartên hafizayê tên barkirin. Di nav cemaeta Gulen da ev tê bikaranîn. Ji bilî mensûbên cemaetê kes nikare ji van her du bernameyan yekê li têlefona xwe barbike."