27 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
ANKARA
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) li herêma Qendîla bakurê Iraqê operasyoneke asmanî li dar xist û di encamê da zivingek ku rêxistina terorê weke sitargeh û cebilxaneyê bikar dibir, tevî terorîstê di nav da hat îmhakirin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî, firokeyên cengê yên Fermandariya Hêzên Asmanî, piştî sitandina îstîxbaretê, duh seat navbera 21.00-22.00an da, li herêma Qendîla bakurê Iraqê operasyoneke asmanî li dar xist.
Di encama operasyonê da zivingek ku rêxistina terorê weke sitargeh û cebilxaneyê bikar dibir, tevî terorîstê di nav da hat îmhakirin.
Firokeyên ku bi serkeftî erka xwe gihandin serî vegeriyan baregahên xwe.