16 Mijdar 2015•Rojanekirin: 17 Mijdar 2015
Serokomarê Fransayê François Hollande eşkere kir ku êrîşên li Parîsê li Sûriyeyê hatin plankirin û bi alîkariya hin fransizan va ji Belçîkayê hatin birêvebirin.
Hollande digel endamên meclis û senatoyê li Qesra Versayê parlemento civand û qala stratejiya xwe ya têkoşîna dijî terorê kir. Hollande got ku piştî êrîşên 13ê mijdarê ku li Parîsê 132 mirin û şûnde Fransa di şer da ye.
Hollande, êrîşkar wekî "tirsonek" bi nav kirin û wiha got: "Êrîşên li Parîsê li Sûriyeyê hatin plankirin û bi alîkariya hin fransizan va ji Belçîkayê hatin birêvebirin."
Hollande bal kişand ku demokrasiya fransewî li hemberê dijminên dijwartir şer kir û bi ser ket û wiha got: "Fransayê operasyonên xwe yên li Sûriyeyê gurtir bike."
Herwisa Hollande eşkere kir, ji bo ku li dijî terorîzmê biryarnameyek were wergirtin, wî bangî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bicive.
Fransa ji meha îlonê vir de hedefên DAEŞê yên li Sûriyeyê bombebaran dike. Fransaya ku li Sûriyeyê li kampên perwerdeyê yên DAEŞê dixe, hefteya borî jî li depoyên neftê yên di kontrola rêxistina terorê de xistibû.
Fransa beriya niha ji ber sedema "dê rejîma Esed bihêztir bike" li Sûriyeyê beşdarî hemleyên asîmanî nedibû.
Êrîşên terorê yên ku roja îna borî Parîs di xwînê de hiştibû û li gorî encamên dawî tê de 132 kes miribûn, DAEŞê hildabû ser stûyê xwe.