22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ÎZMIR
Fuara Pirtûkan a Îzmirê ya 22yan bi beşdariya 400 weşanxane û pirtûkhezan hat vekirin.
Şaredarê Bajarê Mezin a Îzmirê Azîz Kocaoglu beşdarî merasima vekirina fuara ku li Rasta Fuarê ya Îzmirê hat vekirin bû û li wê derê axavî. Kocaoglu di axaftina xwe da diyar kir ku ew bi pirtûkxwendinê ji rojên tengasî û bêhêvî xilas dibe.
Kocaoglu got daxwaza wî ew e ku fuar bi ber û bereket derbas bibe û di salên pêşiya me da her tim mezin bibe.
Serokê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê Kenan Kocaturk diyar kir ku li gor daneyên Federasyona Yekîtiya Meslegên Weşangeriyê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî di sala 2016an da 666 milyon pirtûk hatine çapkirin, ev jî tê wê meneyê ku serê merivî 8,4 pirtûrk dikevin.
Kocaturk destnîşan kir ku çapkirina pirtûkan ji sedî 7,4 zêde bû, sektora weşangeriyê ya Tirkiyeyê di sektora dinyayê da kete rêza 11an.
Kocaturk got ku di sala 2016an da sektor zehf serkeftî bû û ji ber hewla derbeyê ji pêvajoyeke zor derbas bû, hin weşanxane hatin girtin, hin rojnamevan û nivîskar hatin derdestkirin.
Kocaturk got daxwaza wî ew e ku nivîskar û rojnamevanên ku têkiliya wan bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî ra tunin serbest bên berdan.
Kordînatorê Giştî yê Fuarên Çandê ya TUYAPê Deniz Kavukçuoglu diyar kir ku di fuara ewil a ku 22 sal berê hatibû lidarxistin da 125 weşanxane tevlî fuarê bibûn û got, "Îro 400 weşanxane tevlî fuarê bûne. Di sala 1997an da 127 hezar pirtûkhezî fuara me ziyaret kiribû, îsal em ê hewl bidin ku ev hejmara bigihêje 400 hezarî."
- Bernameya fuarê
Fuara Pirtûkan a Îzmirê ew ê di navbera 22-30yê nîsanê da vekirî be û wê 150 çalakiyên çandî bên lidarxistin.
Gelek hunermend, nivîskar, helbestvan û sînemager ew ê di fuarê da bi hezkiriyên xwe ra bên ba hev
Ketina fuarê bêpere ye û ziyaretvan dikarin di navbera saet 11.00-20.00î da li fuarê bigerin.