Haydar Şahin
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
VAN
Tê texmînkirin ku li 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ew ê bi qasî 2-4 pileyan dakeve.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewravî be û carcaran şilî, şilope û li ciyên bilind jî berf ê bibare.
Li bendê ne ku bi şev cemed bikeve erdê, pûk çêbe û mij bikeve, germahiya hewayê jî bi qasî 2-4 pileyan dakeve.
Bi şev germahiya hewayê li Bidlîsê 0, li Mûşê 1, li Wanê dibin sifirê da 1 û li Hekariyê di bin sifirê da 5 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Wanê 9, li Mûşê 8, li Bidlîsê 7 û li Hekariyê jî 3 pile be.
Li gor texmînê, li Behra Wanê hewayê ewravî be û şiliyê bibare, bayê ji aliyên rojhilat û bakurê rojhilat ra rabe.