04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
DIYARBAKIR
Di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê yên li Lice, Hanî û Sîlvanê da yeke wan 3 qatî û 5 odeyî bi tevahî 4 sitargehên zivistanê, 4 şikeft hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr li Lice, Hanî û Sîlvanê di 1ê berfanbarê saet 22.00yan da operasyon dan destpêkirin û operasyon îro di saet 02.00yan da hat temamkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di operasyonê da yeke wan 3 qatî û 5 odeyî bi tevahî 4 sitargehên zivistanê, 4 şikeftên hat tesbîtkirin terorîstan bi kar dianîn hatin îmhekirin, li Turaliya Jor a taxa Haniyê teqemeniya bi destan hatiye çêkirin a bi hewana 120 milîmî va hatiye girêdan û di kozikê da hatibû veşartin û pergala teqemeniyê ya danîbûn binê kevirekî li rexê rê hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê da ji bo xebatên teqîbatê û temasan wiha hat gotin:
"Du pergalên teqemeniyê yên bi destan hatine çêkirin, 2 tupên mezin, tupeke piçûk, bloka pîlan, motorsîkleta terorîstan bi kar dianî, 3 tivingên nêçîrê yên bê rûsqet, şemsiyeya termal, ocax, gelek amûrên jiyanê û dokumanên rêxistinê hatin girtin."
Wekî mayîn hat gotin ku di çarçoveya xebatên narko-terorê da jî 264 kîlo esrar hat girtin.
Hat destnîşankirin ku li herêma operasyonê li 44 navnîşanan geriyan, ji bo 12 şikbaran karûbarên fermî hatin kirin.