12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2016
ANKARA
Germahiya hewayê li seranserê welêt, wê ji normalên demsalê 5 heta 10 pileyan zêdetir bibe.
Li gorî daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, li herêmên rojava ji 2 heta 5 pileyan wê germahî zêde bibe. Ji sibê pê da heta serê hefteya bê, li seranserê welêt wê ji 5 heta 10 pileyan germ zêde bibe.
Germahiya herî zêde bi taybetî dawiya hefteyê, li Andoluya Navîn, Egeya Navîn, Karadeniza Rojava û Navîn wê bi qasî 10 pileyan ji normalê zêdetir be.
Heta dawiya hefteyê li hinek wîlayetan texmîna germa herî zêde wê wiha be:
"Enqere 40, Stenbol 34, Îzmir 38, Afyonkarahisar 39, Eskişehir 41, Aydin 41, Denizli 41, Konya 40, Antalya 36, Adana 36, Karabuk 38, Samsun 29, Amasya 42, Trabzon 33, Malatya 39, Erzirom 31, Diyarbekir 42 û Şanliurfa 44 pile."