12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
VAN
Li Wanê dijî rêxistina terorê operasyon hat kirin, di nav da endamên meclisa şaredariyê jî 11 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlekariya Bajêr, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê birêva dibir da, li 5 bajaran operasyon birin ser navnîşanên diyarkirî.
Di operasyonê da, di nav da endamên meclisa şaredariyê jî 11 gumanbar hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku operasyon dewam dike.