19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
AKSARAY
Li Tirkiyeyê geştiyar eleqeyeke mezin nîşanî Gola Xwê didin. Gola Xwê him ji hêla cihêrangiya biyolojîk û him jî ji hêla sirûşta xwe va dereke girîng e. Meha Tîrmehê piraniya ava golê ziwa dibe. Geştiyarên tên serdana gola wekî çolistaneke xwê xuya dike bi piyên tazî li ser golê digerin û wêne dikşînin. Geştiyarên ji derdora Enqereyê û bajarên curbecur û geştiyarên biyanî eleqeyeke mezin nîşanî Gola Xwê didin.