Önder Beyter
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ÎDLIB
Li parêzgeha Îdlibê ya Sûriyeyê li bajarokê Fûa û bajarokê Keferya yên şîeyan ên ku di bin dorpêça komên çekdar û mixalifên eskerî yên dijî rejimê da ne, texliyeyên layenên dijber dest pê kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat wergirtin, li Îdlibê li bajarokê Fûa û bajarokê Keferya yên şîeyan ên ku di bin dorpêça komên çekdar û mixalifên eskerî yên dijî rejimê da ne, texliyekirina 6 hezar û 900 alîgirên rejimê bi otobusan dest pê kir.
Rejima Esed jî beramberî vê yekê îzinê dide ku hezar û 505 sivîl û mixalifên di dêst da derbasî Îdlibê bibin.
Sivîl û mixalif ji derwazeya Girê Eys a girêdayî Helebê ra ber bi Îdlibê tên texliyekirin.
Bi vî awayî bajarokê Fûa û bajarokê Keferya yên ku ev 3 sal in di bin dorpêça komên çekdar û mixalifên eskerî yên dijî rejimê da ne, wê werin valakirin.
Beriya niha jî ji bajarokên navborî texliye hatibûn kirin. Beramberî wê jî gelek girtiyên di zindanên rejimê da û yên li Madaya, Zebadanî û Kampa Yermukê hatibûn berdan.
Fûa û Keferya ku nifûsê wê şîe ye, di destê milîtanên Hizbullah û Pasdarên Şoreya Îranê da ne.
Ev herdu bajarok digel ku 3 sal in di bin dorpêçê da ne, lê rejim ji asîman pirî carî alîkariya mirovî û eskerî digihîne. Pêwîstiyên gel jî bi vê rêbazê bi cih tên.
Mixalifan ev herdu bajarok dorpêç kiribûn da ku rejim li dehan ciyên ku dorpêç kiriye, qetlîamê neke.