Hacı Özkan
05 Îlon 2024•Rojanekirin: 06 Îlon 2024
Li Gola Xwê ya ku koloniya herî mezin a flamîngoyan a Tirkiye û hewzeya Behra Spî diezimîne, bi hezaran cûcikên flamîngoyan ên îsal ji binê makurkê xwe derketin, bi qasî ku bikaribin bi firê bikevin, mezin û givrik bûn.
Li perê başûr ê Gola Xwê ya dikeve nav sînorên Eskîla navçeya Aksarayê, flamîngoyên ku 4 meh berê ji binê makurkê xwe derketin, ji vê mehê û pê va dê beşdariya refên koçê bikin.
Flamîngoyên ku bi rengê xwe yê pembe va ji bo gola spîçîl dibin neqşekî newaze, dê koçî welatên germ bikin.