18 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
ŞANLIURFA
Gola Masiyan a dibêjin ciyê ku Hezretî Îbrahîm lê avêtine agir e ji vir demekê berê ji ber şiliya barî bibû wek hezega çemûrê, xebatên paqijkirina golê hema bêje hatin xilaskirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê piştî baranê ji bo ku der û dora golê paqij bikin her alî bi ava tazyîq va şûştin.
36 tûpên aksîjenê danîn nav golê, bi 16 motorên avê va jî av berî golê dan û anîn halê normal.
Hamdî Usê Midûrê Gişkî yê Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê diyar kir ku piştî xebatan gol hate halê xwe yê tebiî.
Us diyar kir Gola Masiyan ji heriyê hat paqijkirin û wiha got: "Ji roja ewil da em bi şev û bi roj dixebitin. Îro ava golê gihîşt asta xwe, Lê dîsa jî xebatên me dewam dikin. Em xebatên xwe yên rûtîn dikin."
Ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê welatî tên serdana Gola Masiyan û wêneya dikşînin.
Eralp Akdagê ji Edeneyê hatiye destnîşan kir wek kilûba wênegiran hatine û tevî kûrsiyeran wêneyên Gola Masiyan dikşînin.
Akdag destnîşan kir Gola Masiyan zehf ecibandine û got em ê wêneyên xwe li Edeneyê nîşan bidin.
3yê adarê ji ber baranê ava Gola Masiyan serda qelibîbû û ji ber heriyê qirêj bûbû.