18 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
ÎSTANBUL
Endamên Ozgur-Derê êrîşa li dijî mizgefta gundê Cinaya Helebê ya ku dema nimêja eşayê hatibû lidarxistin, protesto kirin.
Koma ku li Parka Seraçxaneyê ya Stembolê civiya, bi tabloyên ku li ser wan "Li Helebê di dema secdebirinê da 71 birayê me kuştin, Bimre DYA" nivîsandîbûn bilind kirin.

Serokê Giştiyê Ozgur-Derê Ridwan Kaya di axafitina xwe da şermezarÎ li DYA û Rûsyayê kir û got, "Teveka zaliman bi Esed ra ne. Yên ku zanîbin binerin, divê dersê ji vê rewşê bistînin."
Kaya bibîr anî ku îro li Tirkiyeyê pîrozbahiyên yadkirina Çanakkaleyê tên lidarxistin û got, "Berî nuha bi 100 salan emperyalîst û kafir gihan hev û êrîşî erdnigariya îslamê kirin, îro jî heman tiştî dikin."