ÎDLIB / ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê gundê Şêx Mihemedliya bakurê rojavayê Efrînê ji terorîstan paqij kirin.
Li gorî ku peyamnêrên AAyê yên li qadê radigihînin, Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê li rojavayê bakurê Efrînê li bajarokê Recoyê gundê Şêx Mihemedliyê ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kir.
Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Azad ya Sûriyeyê bi qutkirina peywendiya terorîstên li Efrînê ji sînorê Tirkiyeyê, li herêma rizgarkirî "hîlal" temam kir.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Azad ya Sûriyeyê ya ku piştgiriyê dide operasyonê ji destpêka operasyonê vir va li 5 bajarokên Efrînê yên di bin dagiriya PYD/PKKyê û DEAŞê da yek jê navenda bajarokekî, 88 gund, 6 gomên gundan û 20 çiyayên stratejîk û gir, baregeheke YPG/PKKyê bi tevahî 116 cih ji rêxistinê xilas kirin.
- Artêşa Tirkiyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 2222 terorîst berteref kir.
Hat ragihandin Artêşa Tirkiyeyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji destpêkê heta niha 2222 terorîst berteref kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya 20ê rêbendanê li Efrîna herêma Sûriyeyê dijî endamên PYD/YPG/PKK/KCK û DEAŞa rêxistina terorê dest pê kir dewam dike.
Hat diyarkirin ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 2222 terorîst hatine berterefkirin.
Cih û warên stratejîk ên ku ji rêxistinê hatin xilaskirin ev in:
"Navenda bajaroka Bilbilê, gundên wê Meydan Ekbez, Bendîrek, Durakli, Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oxlî, Heftar, Ursa, Bak Ubasî, Elî Kar, Şêxurzê û Omer Simo, Heyam, Sûraîn, Çarkanli, Akanli, Mîqdad û Elî Reco, Çiyayê Xurzê, Çiyayê Damirkê, Çiyayê Kurnî, Girê Hewzê û Girê Kurdo û 2 gomên gundê Şêxurzê, li bajarokê Recoyê jî gundên Ebû Kebe, Hacilar, Dunbenlî, Çiyayê Eyn Batmanê, Hecikana Jor, Maskah, Hecikana Jêr, Obayê Derwêş, Hesen Kelkawî, Celeme, Edamanlî, Elî Beqî, Bîlal Koy, Omer Uşaxî, Mamel Uşaxî, Silêman Xelîl, Satî Şaxî, Alkana, Kirmizi, Şerbanli, Karê, Şedya, Qude, Şeyda Xerab Sûmaq, Hantalî, Qerebaba, Şêx Mihemedlî, Dudu, Sêmalkan, Walikle, Gawando û Girê 687emîn, Girê 915emîn, Girê 740emîn, Girê 1027emîn, li bajarokê Şêx Hedîdê gundö Sînara Jêrî û Sînara Jorî, gundê Karmanlûk, gundê Ceqla Jorîn û Çeqla Navîn, Girê Şêx Hedîd, gundê Qere Mitlaq û gundê Hec Bîlal, li bajaroka Cindirêsê gundên Hecî Îskender, Dêra Balutê, Hemam, Nisriye, Dukan, Eşkan, Arşalî, Mihemediye, Dêwê Jorîn, Dêwê Jêrîn, Merwane, Helkece, Bafler, Til Dilûr û 3 girên serdest, girên Mersîdes, Nisriye û Amara û Kilayê, goma Satûf, goma Kalkê, baregeha Beyada, li bajarokê Şeranê jî Çiyayê Birseyê, Girê Şirgayayê, Girê Nebû Hurî, gundên Umranli, Uwerkan, Serîncek, Qestel Cindo, Dîkmetaş, Îkîdam, Şeltah, Marsewa, Zeytînak, Arpawêran, Dêr Sawan û goma Cemiliye."