Haydar Şahin
01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
TOKAT
Li Bendava Almusê ya li Toqatê masîpisîkeke 50 kîloyî kete tora masîgiran.
Li bendavê masîpisîkek kete tora Şaban Tan Aybekê endamê Koperatîfa Masîgiriyê ya Almusê.
Aybek piştî hewleke mezin masî hilda keleka xwe. Aybek masî bir koperatîfê û di pîvanan da bejna masiyê 2.10 mêtre, giraniya masiyê jî 50 kîlo derket.
Aybek bi 800 lireyî masîpisîka xwe firot masîfiroşekî ji Samsunê.