Muhammet Kurşun
14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
BAB
Li Sûriyê rêxistina terorî PKK/PYDê li herêma Şehbayê dayikeke 39 salî û 3 zarokên wê yên 2 jê nexweşên serebral palsiyê ne ji mala wan derxistin û ew qewirandin.
PKK/PYDê li herêma Şehbaya bakurê Helebê gundê Samûkayê Eyşe Huseyin El Şûeybiya 39 salî û 3 zarokên wê ku 2 ji wan nexweş in avêtin derve.
Dayik û zarokên wê xwe spartin herêma ku di çarçoveya Herekata Mertala Feratê de hatibû rizgarkirin.
Dayika Eyşe, zilma ku ji rêxistina terorî dît ji peyamnêrê AAyê re qal kir.
El Şûeybiyê got PYD bi çekên giran êrişî gundê Samûkayê kir û xelk ji cihê wan kirin û wiha axivî:
"PYDê em bi bombekirina xaniyê me tehdît kirin. Em mecbûr man derkevin. Ji ber ku ewle ye em hatin navçeya Mareya li sînorê Tirkiyê. PKKî her daîm dihatin hewl didan me ji mala me derxin. Ên berî çûbûn digotin hûn çima dimînin. Min jî digot ez bi van zarokan nikarim herim ciyekî."
Dayika 3 zarokan çîroka xwe wiha domand:
"Rêxistinê herî dawîn em ji mala me derxistin. Dema em derketin nehişt em balgiyekî serê xwe deynin ser jî bigirin. Min ji herdu keçên xwe yên spastîk yek jî avêt pişta xwe û ji mal derketin. Me xwest cilên xwe bigirin PKKiyan nehişt. Li me xistin."
Dayika Eyşe got ne tenê erebên herêmê kurdên ne wek xwe difikirîn jî derxistin û wiha dewam kir: "PKK kurdên ne wek xwe jî diqewirîne. Înşellah rewşa welat baş bibe û em jî vegerin mala xwe."