Muhammet Kurşun
14 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 44 biyaniyên ku dixwestin bi rêya qaçax derbasî Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Tîmên Cenderme yên Navçeyê li ser îsbarê operasyon dan destpêkirin.
Di operasyonê de 44 biyaniyên ku ji Sûriyê û Iraqê bûn û jin û zarok jî di nava wan de hebûn hatin girtin.
Qaçaxên iraqî û sûrî ji bo dersînorkirinê birin navenda paşdeşandinê.