07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Hasan Gokguzê ku li Diyarbekirê di çalakiyên bêdestûr ên di 6-7ê Cotmehê da hat kuştin, heger nehata kuştin wê biçûya umreyê.
Di 6-7ê Cotmeha 2014an da li ser banga Lijneya Navendî ya HDPyê bi hinceta Kobaniyê çalakiyên bêdestûr dest pê kirin û di bûyeran da Yasîn Boru û hevalên wî yên bi navê Hasan Gokguz, Huseyîn Dakak û Riyat Guneş dema goştê qurbanê belav dikirin hatin kuştin.
- Derket holê ku Gokguz dixwest here umreyê
Mehmet Gokguzê bavê wî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku wê tu wextê êşkenceya ku li kurê wî hatiye kirin ji bîr neke û got ku 2 zarokên wî mane û her gav dibêjin em bêriya bavê xwe dikin.
- Dixwest here umreyê
Gokguz diyar kir ku kurê wî dixwest here umreyê loma jî serî li kampanyaya kovarekê xistibû ku here umreyê û got ku di peşkê da navê wî derket û wiha dewam kir: "Heger kurê min nekuştana wê 5 meh bi şunda biçûya umreyê."
Gokguz diyar kir ku li umreyê ji bo lawê xwe û hemû mislimanan dia kir û li dinyayê êşa herî mêzin mirina ewladan e û wiha axivî: "Çaxa ku dibû eydî dihat destê min paç dikir û eyda me pîroz dikir. Piştî mirina wî tu kesê me nema."
- Bi tenê saeta wî ma
Gokguz destnîşan kir ku beriya mirina wî buka wan saetek diyariyê lawê wî kiribû, çaxa ku lawê hat kuştin saeta wî ji milê wî hatibû dizîn û kesê ku saeta wî avêtibû milê xwe bi destê polêsan hat girtin û saet jî hat dîtin.
Goksuz diyar kir ku bi buka xwe ra çûye ewlekariyê û saet li wê derê dîtine û wiha axivî: "Kesê ku saet dizîbû jî nika girtî ye. Saet hê di destê hêzên ewlekariyê da ye. Ji bo me û buka me ew saeta zehf bi qîmet e. Çaxa ku lawê min hatibû kuştin ji ser wî bi tenê ev saeta û şekirek derketibû. Em wê saetê paşda dixwazin. Em ê li aliyekî mala xwe darda bikin. 2 zarên wî jî amenetê me ne. Parêzeran ji ewlekariyê pirsîne û wan jî gotine 'hê karê me bi vê saetê xilas nebû, em ê bidin we."
Gokguz xwest ku kesên di 6-7ê cotmehê da bangî welatiyan kirin jî bên darizandin û got daxwaza wî ew e ku tu kes bi êşa zaran neyê îmtihankirin.
Gokguz wiha pê da çû: "Ez edaletê dixwazim. Kurê min ji bo ku feqîran têr bike û parçe goşt bide wan li kuçeyan bû. Motanî wan ji bo talan bike, milet bikuje li kuçeyan nebû. Sûcdarên herî mezin rêvebir in. Selahattîn Demirtaş jî bê girtin yên din nikarin tiştekî bikin. Selahattîn Demirtal her tim derdikeve tehdîd dike lê belê tu kes wî nagre. Heke ew jî bên darizandin em ê zehf kêfxweş bibin."