30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê diyar kir 3 eskerên din ên ku di şerê çekdarî yê bi mensûbên PKKya rêxistina terorê ra hat kirin da birîndar bûbûn jî şehît ketin.
Ji ser malpera fermî ya Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku duh di saet 17.45an da li herêma Taşbaşiya gundê Çukurcaya navçeya Hekariyê di navbera hêzên ewlehiyê û mensûbên PKKê da şer derket.
Daxuyaniyê da hat ragihandin ku ji eskerên di şer da birîndar bûbûn 3 esker tevlî hemû mudaxaleyan nehatin xelaskirin û şehît ketin û hejmara eskerên şehît derket 8an.
Hat gotin ku tedawiya 25 eskerên birîndar jî didome.
Sererkaniyê ragihand ku operasyona li herêmê didome, ji hewayê jî piştgirî tê dayîn û 8 endamên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin kuştin.