30 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
ANKARA
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li qad û meydanan "nobeta demokrasiyê" didomînin.
- Stenbol
Li Stenbolê welatî li Meydana Taksîmê civiyan û li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) "nobeta demokrasiyê" domandin.
Bi hezaran welatî alayên xwe hildan û hatin Taksîmê. Welatiyan sloganên li dijî derbeyê berz kirin. Gelek şanoger, lîstikvan û derhêner jî ji bo bertekê nîşanî hewla derbeyê bidin hatin Taksîmê. Hunermendên ku piştgirî dan nobeta demokrasiyê li vir axivîn.
Welatiyên ku ji bo nobeta demokrasiyê hatin qadê ji ekranên mezin xeberdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Îsmaîl Kahraman û Serokwezîr Bînalî Yildirim ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel a Beştepeyê ku di Bernameya Bibîranîna Şehîtan da kirin, guhdarî kirin.
- Enqere
Welatiyên ku li dijî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bertekê nîşan didin li meydana Qizilayê "nobeta demokrasiyê" didomînin.
Piştî banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim ya 15ê Tîrmehî welatî her roj li Meydana Qizilayê dicivin û bertekê nîşanî FETOyê didin.
- Gazîenteb
Meydana Demokrasiyê ya li bajêr ji bo kesên nobeta demokrasiyê digirin û bi hezaran welatiyên ku li wir kom bûn alayên Tirkiyeyê hejandin, lenet li FETOyê anîn û hewla derbeyê protesto kirin.
Qehremanmaraş
Li Qehremanmaraşê welatî li Meydana Bajêr nobeda demokrasiyê didomînin.
Welatiyên ku li Meydana bajêr civiyan bi xwendina Qurana Pîroz dest bi nobedê kirin, Rektorê Zanîngeha Sutçu Îmamê Durmuş Devecî diyar kir ku navê Binefserê Şehîd Omer Halîs Demir li parka Kampusa Avşarê kirine.
Erzirom
Welatiyên ku di roja 15an a nobeda demokrasiyê da li Meydana Yaqutiyeyê civiyan hewla derbeyê ya FETOyê şermezar kirin û sirûd xwendin.
Li meydanê Qurana Pîroz hat xwendin û bi hezaran welatiyî bi dirûşmeyan piştgirî da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan.
Ezirgan
Li Uzumluya navçeya Ezirganê welatiyan bi bernameya bi navê "Em li nobeda welat in" va hewla derbeyê ya FETOyê şermezar kirin. Tirkên ahiskayî yên ku li navçeyê hatibûn bicî kirin jî bi alayên Tirkiyeyê va tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiya ku li baxçeyê çayê yê şaredariyê hat lidarxistin da Walî Alî Arslantaş û Parlementerê Ezirganê yê AK Partiyê Sebahattîn Karakelle ji welatiyan ra sipas kirin.
Agirî
Welatiyên ku li pêşiya Walîtiya Agiriyê civiyan bi dirûşmeyan hewla derbeyê şermezar kirin.
Welatiyan makêtek wek temsîla Fetullah Gulenê serokê FETOyê darda kir.
Wan
Bi hezaran kesên ku li Meydana Bêşyolê civiyan alayên Tirkiyeyê dan destê xwe û bi posterên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sloganên "Histûyê xwe li ber wan xar neke eva gela bi te ra ye", "Li dijî derbeyê pişta hev bikin", Şehîd namirin welat parçe nabe", Kurd û tirk li vir in FETO li ku ye?" avêtin.
Adiyaman
Welatiyên ku meydanê tijî kirin li xeberdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a ku ji Beştepeyê di bernameya bîranîna şehidan da kir, guhdar kirin û hewla derbeyê ya FETOyê protesto kirin. Di nav wan da hin welatî di dema axaftina Serokomar Erdogan da hêstir barandin.
Meletye
Li Meletyeyê jî welatiyên beşdarî nobedariya demokrasiyê bûn di ekranên mezin da li bernameya bîranîna şehîdan a ku li Qesra Serokomariyê dihat kirin temaşe kirin. Di dema axaftina Serokomar da çavê pirî welatiyan tije bû û ji wan hin kes jî giriyan. Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkci jî welatiyên li Meletiyê nobeta demokrasiyê digirin ziyaret kir.
Kilîs
Bi hezaran welatî li Qada Cumhuriyetê nobeta demokrasiyê girtin û di "standa demokrasiyê" ya ku walîtiyê danî da bîranînên xwe yên der heqê derbeyê da nivîsandin.
Şanliurfa
Welatiyên ku li Qada Rabîayê di çarçoveya çalakiya "Secadeya xwe hilde û were" ya Şaredariya Karakopruyê organîze kir da civiyan û nimêja eşayê kirin, Qur'ana Kerîm xwendin û dia kirin. Paşê jî li dijî hewla derbeyê ya FETOyê dirûşme berz kirin û bertekên xwe nîşan dan.
Serokê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu bi tirkî, kurdî û erebî slav da welatiyên li Qada Rabîayê kom bûn û wiha got: "Hemû derbe ji hêla emperyalîstan va tên plankirin û ji hêla şirîk û hevkarên wan va jî tên sepandin."
Tuncelî
Ji bo protestokirina hewla derbeyê ya FETOyê û yekbûyînê Miftîtiya Tunceliyê û Cemxaneya Tunceliyê loqim li welatiyan belav kirin. Waliyê Tunceliyê Osman Kaymak di baxçeyê Cemxaneya Tunceliyê da xeberda û bi bîr xist ku di 15 tîrmehê de bûyereke ji bo Tirkiyeyê qet nedihat hêvîkirin qewimî.