15 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
HAKKARÎ
Ji bo ku Hekkarî ji îmaja terorê bifilite û pêşî li ber were girtin ku ev îmaja xerab zirarê nede gelê herêmê, Midûriya Emniyeta Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr xebateke hevpar da destpêkirin.
Midûriya Emniyeta Bajêr û Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji bo ku bajêr ji vê îmaja terorê xelas bibe, bi rêxistinên civata sivîl, ode û komeleyan ra civînên sohbetê li dar dixe.
Civîn li Mala Polêsan a Hekariyê hat lidarxistin û çapemenî jî hat vexwandin. Midûrê Emniyeta Bajêr Suleyman Suvat Dîlberoglu di civînê da axivî û got ku ji bo têkbirina îmaja xerab ya bajêr, wan xebat da destpêkirin.
Dîlberoglu got ku divê çapemenî jî bi nûçeyên xweş va Hekariyê derbixe pêş û wiha dewam kir: "Mebesta me ew e ku em xizmetên baştir ji gelê Hekariyê ra bikin. Em civînên wiha bi girseyên cuda ra jî dikin. Em ji bo hizûra gelê xwe li vê derê ne. Em dixwazin ku bajarê me yê Hekariyê bi nûçeyên xweş va were rojevê. Em dixwazin îmaja xerab a bajarê xwe biguherînin. Bajarê me yê Hekariyê pir xweş e û mirovên me jî pir baş in."
Fermandarê Cendirmeyan yê Bajêr Tuggeneral Ferdî Korkmaz jî got ku siruşta ku li vî bajarî ye, li tu derê Tirkiyeyê tuneye, lê heta roja îro bajarê Hekariyê bi nûçeyên xerab va derket rojevê.
Korkmaz got: "Divê em hemû bi hev ra vê îmaja xerab bi dawî bikin. Ez îdia dikim ku Hekarî li Tirkiyeyê bajarê herî bi hizûr e."