21 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
ANKARA
Sererkaniyê ragihand ku di operasyonên dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz da li Nisêbîn, Şirnex û Yuksekovayê duh bi tevahî 22 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya li ser malpera Sererkaniyê di operasyona Nisêbîna navçeya Mêrdînê da 10 endamên rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin kuştin. Bi van va hejmara kuştiyên vê operasyonê bû 42. Di operasyonê da 20 teqemeniyên ku bi destan hatin çêkirin, hatin îmhakirin û bi van va hejmara teqemeniyên îmhakirî derket 123yan.
Li operasyonê Şirnexê da jî 5 terorîst hatin kuştin û van va hejmara kuştiyan derket 33yan. 16 teqemeniyên destan hatin îmhakirin. Li Şirnexê hejmara teqemeniyên îmhakirî bû 52.
Li gundê Balverena Şirnexê jî mensûbekî rêxistina terorê ya cudaxwaz hat girtin.
Di operasyona Yuksekovaya Hekariyê da jî 7 mensûbên rêxistinê hatin kuştin. Bi van va hejmara kuştiyên vê operasyonê bû 45. Di operasyonê da 2 teqemeniyên ku bi destan hatin çêkirin, hatin îmhakirin û bi van va hejmara teqemeniyên îmhakirî derket 19an.