27 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
HAKKARÎ
Ji bo ku Hekkarî ji bona tûrîzma zivistanê were naskirin, li Navenda Kaşûnê ya Merga Botanê mîhrîcana berfê hat lidarxistin.
Bi kordînasyona walîtiyê û tevkariya Midûriya Çand û Tûrîzmê ya Bajêr, Îdareya Taybet a Bajêr, Midûriya Karûbarê Ciwanan û Sporê, Şaredariya Hekkariyê, Midûriya Perwerdeya Millî ya Bajêr û Zanîngeha Hekkariyê va li Navenda Kaşûnê ya Merga Butanê mîhrîcan hat organîzekirin.

Waliyê Hekkariyê Cuneyît Orhan Toprak di vekirina mîhrîcanê da axivî û got ku berf nîmeteke herî xweş e ku Xwedê daye mirovan û dinyayê û diyar kir, heke berf baş were bikaranîn ji aborî, jiyana sosyal û sporê ra wek dahat e.

Toprak bi bîr xist, li gelek bajarên Tirkiyeyê ji ber germbûna hewayê sezona kaşûnê kuta bû û diyar kir, li bajêr 10 roj in berf dibare û li Navenda Kaşûnê ya Merga Botanê mirov hê xwe dişqitînin.

Piştî çalakiyan stranên bi kurdî û tirkî hatin gotin, Walî Toprak, endamên protokolê û welatiyan govend gerand.