27 Gulan 2016•Rojanekirin: 29 Gulan 2016
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê di wesayîtekî de 500 kîlogram gubreyê ku tê de amonyum nîtrat heye hat dîtin, der heqê bûyerê de kesek hat binçavkirin.
Walîtiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ekîbên Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr li kontara çiyayê Amanosê operasyon kirin û di operasyonê de li ser şikê wesayîtekî dan sekinanin û di wesayîtê de lêgerîn kirin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku di lêgerîna ku di wesayîtê de hat kirin de 500 kîlogram gubreyê ku ji sedî 33yê wê amonyum nîtrat e hat dîtin, hat gotin ku tê nirxandin ji bo ku teslîmê PKKya rêxistina terorê bikin amonyum nîtratê amade kirine, piştî ku ji gubeyê nimûne hat sitandin bi telîmata Dozgerê Komarê gubre li cihê bûyerê hat îmhekirin.
Ekîbên Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr A.S û B.Yyê di wesayîtê de binçav kirin.