26 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
ANKARA
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê li ser agahiya ku qederê 125-130 endamên rêxistina terorê ji dorberê hatine, hêzên ewlehiyê operasyonên xwe berdewam dikin.
Li gor agahiyên çavkaniyên leşkerî hêzên ewlehiyê agahî hildan ku li Nisêbînê qederê 125-130 endamên rêxistinê ku ji dorberê hatine hene û loma jî hêzên ewlehiyê operasyonên xwe berdewam dikin.
Çavkaniyên leşkerî destnîşan dikin ku her çiqas rêxistin bibêje ji herêmê vekişiyaye jî li herêmê gelek teqemeniyên ku hatine bicîkirin hene û ji bo ewlehiyê operasyonên li herêmê berdewam dikin.
- "Leşkeran miameleyeke baş kirin"
Yek ji endamên rêxistinê ku li herêmê teslimî hêzên ewlehiyê bû destnîşan kir ku leşkeran miameleyeke baş nîşan dane.
Hat destnîşankirin ku do digel hişyariya hêzên ewlehiyê 5 endamên rêxistinê yên ku teslim nebûn li herêma goristanê dema direviyan di saet 03.30yan da hatin kuştin.