24 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di çarçoveya Hemleya Mertalê Feratê da 27 hedefên rêxistina terorê DEAŞê, 19 hedefên rêxistina terorê PKK/PYDyê yên ku duhê hatin tespîtkirin, hatin gulebarankirin.
Operasyona Mertalê Feratê, di serî da rêxistina terorê DEAŞ, bona ku li dijî rêxistinên terorê tevdîrên li ser sînor bê xurtkirin û alîkariyê bidin hêzên hevpeymanê, ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyê va di 24ê tebaxê da hatibû destpêkirin, berdewam e.
Li gorî agahiya ku ji jêderên leşkerî hat wergirtin, li herêma Mareyê fealiyetên mîna kewş, çavdêrî, tespîta hedefan, wergirtina tevdîrên berevaniyê û jinavbirina hedefên firsend, berdewam in.
Di pevçûnên li herêmê da li cem muxalif û unsûrên piştevan zayîet çênebû.
Unsûrên muxalif ji destpêka hemleyê heya niha nêzîkî hezar û 265 kilomêtro ax û 156 deverên meskûn kontrol kirin.
Ji destpêka operasyonê heta niha 31 mayin û hezar û 300 teqemeniya destçêkirî bi kontrolî hatin îmhakirin.
- Hedefên DEAŞ û PKK/PYDê tên gulebarankirin
Duh jî 27 hedefên DEAŞa rêxistina terorê, 19 hedefên PKK/PYDa rêxistina terorê ya cudaxwaz hatin gulebarankirin.
Herêmên ku ji mensûbên DEAŞa rêxistina terorê tên paqijkirin, bi destê tîmên ku piştgiriyê didin mixalifan va teqemeniyeke destçêkirî bi kontrolî îmha kir.
Ji bo ekîbên AFAD û Kizilayê û personelê Artêşa Sûriyê ya Azad û sivîlan piştgiriya lojîstîk bê navber dewam dike.