Abdullah Tel
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
BÎTLÎS
Şaredariya Hîzanê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kiribû ji di qada şaredariyê da kar û barên ku ji bo xizmeta gel û navçeyê hewce dikin, dibe serî.
Li taxa herî mezin û kevn a navçeyê xizmetên ku ev 70 sal in nehatine kirin piştî wezîfedarkirinê dest pê kir.
Şaredarê Hîzanê ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va piştî ku hat wezîfedarkirin ji bo guherîna reng û rûçikê navçeyê jî xizmetan dest pê kir.
Di çarçoveya kar û barên şaredariyê dest pê kir da li Taxa Bahçelîevlerê rêya îmarê ya nû ya bi qasî 2 kîlometreyî hat vekirin, pire, xetên ava xwarinê, depoya avê, kanalîzasyon hatin çêkirin. Çemê li navçeyê hat paqijkirin û 2 dibistan û 2 avahiyên wargehê hatin avakirin.
Mixtarê Azîz Yilmaz û şêniyên taxê ji ber kar û barên ku bo taxa wan hatine kirin li têketina taxa xwe tabelayek dalqandin û li serê wiha nivîsîn: "Li taxa me ya ku ev 70 sal in pirsgirêka me ya rê, paqijkirina çem û binesaziyê yên ku nehatibûn çareserkirin bi saya serê Qeymeqam û Şaredarê me Birêz Bulent Hamîtoglu va hel bû û em ji ber wan xizmetan jê ra spas dikin."
Mixtar Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Me heta niha xizmeteke wiha nedîtibû. Em ji ber van xebatan gelek kêfxweş in. Piştî wezîfedarkirinê li navçeya me pire, kanalîzasyon, binsazî, xetên ava xwarinê, rêya îmarê depoyên avê hatin avakirin û gelek xizmet hatin kirin. Ji me ra heta îro xizmeteke wiha nehat kirin. Ji ber van xizmetên hanê jî me pankarteke li têketina taxa xwe daliqand û ji ber van xizmetan ji qeymeqamê xwe ra spas kir. Em şêniyên taxê minetdarê qeymeqam in."
Şêniyên taxê jî ji ber xizmetên hatine kirin ji Qeymeqam Hamîtoglu ra spas kirin.