15 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2020
Wezareta Karên Navxweyî li Şirnex, Sêrt, Wan û Hekariyê bi beşdariya 2 hezar û 512 personelan Operasyona Yildirim-13ê ya Bestler Derelerê da destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin dijî rêxistina terorê ya cudakar li Şirnex, Sêrt, Wan û Hekariyê Operasyona Yildirim-13ê ya Bestler Derelerê dane destpêkirin.
Hat diyarkirin di operasyonê da ku bi destê Fermandariya Şaxartêşa Asayîşê tê sewq û îdarekirin 2 hezar û 512 personel cî digirin ku ji 161 tîmên operasyonel pêk tên.
- Operasyonên Yildirimê
Di operasyonên Yildirimê da ku 13ê Tîrmeha 2020an da li nav welêt dest pê kirin heta niha 124 terorîst hatine berterefkirin, 53 hevkarên rêxistinê hatine qefaltin, 190 şikeft, sitargeh û depo hatine îmhekirin û gelek çek, cebilxane, amûr û xwarin û xurek hatine qefaltin.