İbrahim Atmaca
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Keleha Zêrzewanê ku nêzî Çinara navçeya Diyarbekirê hat dîtin, di heyama Romayê da wekî "cihê eskerî" hatiye bikaranîn. Wezareta Çand û Turîzmê di sala 2014an da li herêmê xebatên arkeolojiyê dan destpêkirin û ev xebat dewam dikin.
Keleha Zêrzewanê 13 kîlomêtro dûrî navçeya Çinarê ye. Keleh li taxa Demîrolçekê li ser qadeke 60 donimî ye. Bilindahiya wê 12 mêtro û dirêjahiya sûrên wê jî hezar û 200 mêtro ye. Li kelehê hemam, dêr, qesr, birca çavdêriyê, avahî, gorên zinaran, depoyên genim û 54 sarincên avê hene.
Heta niha kûleya parastinê, dêr, avahiya rêvebiriyê, avahî, depoyên dexl û den û çekan, sitargeh, gorên nav zinaran, sarincên avê û perestgeha binerd ya dînê Mîthrasê ku ji dewra Romayê maye, hatin derxistin.
Azat Ekînciyê 23 salî ku li navçeyê bû û mezin bû, bi hevalên xwe va li Keleha Zêrzewanê dileyîstin, lê niha di xebatên kolanê da wek restorator dixebite û kêfxweş e.
Pey xeyalên xwe ket
Ekîncî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji piçûktiya wî pê va eleqeyeke wî ya taybet li ser dîrokê heye û ji ber vê yekê jî ew kete Restorasyona Mîmarî ya Dibistana Bilind a Zanîngeha Dîcleyê.
Ekîncî diyar kir ku wî û hevalên xwe heta êvarê li qada ku Keleha Zêrzewanê lê ye, dileyîstin û piştî roj diçû ava ew vedigeriyan malê û wiha dewam kir, "Min û hevalên xwe me timî li vê qadê dileyîst. Me wê demê tam nizanibû bê ka ev qad çi ye."
Ekîncî diyar kir, sala ku wî zanîngeh qezenc kir, wî bihîst ku li Keleha Zêrzewanê jî xebatên kolanê dest pê kirin û wî bi serokê ekîba kolanê Endamê Hîndekariyê Dr. Aytaç Coşkun ra hevdîtin kir.
Ekîncî wiha dewam kir:
"Sala ku min Restorasyona Mîmarî ya Dibistana Bilind qezenc kir, min ji serokê ekîba kolanê Aytaç xoce ra got ku ez dixwazim tevî ekîba kolanê bibim. Wî jî ji min ra got, 'Heke ku tu di dersê xwe da serkeftî bibî û dibistanê bi puanekî baş kuta bikî, ez dikarim şansekî bidim te'. Min Keleha Zêrzewanê ji da ber çavê xwe û ez zêdetir ders xebitîm. Piştî ku min di sala 2017an da dibistan kuta kir, Aytaç Xoce ez tevî ekîbê kirim."
Ekîncî diyar kir ku Keleha Zêrzewanê ne tenê ji bo wî, ji bo Diyarbekir û Tirkiyeyê jî cihekî girîng e û wiha dewam kir: "Ev xebatên ku em îro bi hevalên xwe yên arkeolog û mîmar ra dikin, belkî jî ez ê 40 sal şûnda bi zarokên xwe û neviyên xwe va werim bibînim. Ez ê jî bêjim ku keda min jî di vir da heye. Ez ji bo vê pir kêfxweş im."
"Piraniya xebatkarên me ji vê herêmê ne"
Serokê ekîba kolanê Endamê Hîndekariyê Dr. Aytaç Coşkun jî got ku xebatên kolanê yên Keleha Zêrzewanê him ji bo ronîkirina dîroka herêmê him ji jî ji bo turîzma herêmê pir girîng e.
Coşkun diyar kir ku di 9 mehên îsal da 313 hezar kesan herêma kolanê ziyaret kirin û wiha dewam kir:
"Ekîba me ji arkeolog, restorator, mîmar, jeomorfolog û antropologan pêk tê. Gelek kesên ku jibeşên cuda perwerde bûne li vê derê bi hev ra dixebitin. Piraniya xebatkarên me ji vê herêmê ne."
Coşkun diyar kir ku zarokatiya Ekîncî li qada ku niha tê kolanê derbas bûye û ji berê va têkiliya wî ya ji dil bi Keleha Zêrzewanê ra heye û wan jî soz dayê û ew hilda nav ekîba kolanê.
- Keleha Zêrzewanê
Keleha Zêrzewanê li ser girekî ku ji zinaran pêk tê û 124 mêtro bilind hatiye avakirin. Keleh li ser rêya kevnare ya ji bo cihekî eskerî ye. Keleh di navbera Amîda û Darayê da cihekî stratejîk e. Ji ber bilindahiya kelehê der û dora wê baş dixuyê. Keleh li ser rêya bazirganiyê ya antîk e, cihê garnîzona sînorê Romayê bûye. Keleh di heman demê da bûye qada şerên di navbera Roma û Sasaniyan da.
Navê kelehê di dewra Romayê da "Samachi" bûye û çi çaxê dest bi çêkirina kelehê kirine, hê teqez nayê zanîn. Piştî xebatan wê derkeve holê ku keleh kîngê hatiye çêkirin. Sûr û avahiyên kelehê di dewra Anastasios I (P.Z. 491-518) û Justinianos I (P.Z. 527-565) hatine temîrkirin, hin sûr û cih jî ji nû va hatine çêkirin.