Haydar Şahin
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
ANKARA
Tirkiye û Rûsya di serî da li Sûriyeyê hêzdarkirina hevkariya xwe ya piralî didomînin. Di mijara têkoşîna dijî YPG/PKKya rêxistina terorê da îstişareyên herdu welatan bi serkeftî dewam dikin, tê payîn ku xebatên amadekirina qanûna bingehîn a teze jî ew ê bi lez bibe.
Pozîsyona li ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê ya Tirkiye û Rûsyayê di berfanbara 2016an da dema dorpêça li ser Helebê zêde bibû nêzî hevdu bibû.
Enqereyê dîplomasiya bi Rûsyaya piştgirê rejimê ra zêde kiribû, zor dabû ku dorpêç were rakirin û sivîl bi ewledarî werin texliyekirin.
Bi navçîtiya herdu welatan mixalifên eskerî û hêzên rejimê li hev kiribûn û bi dehan hezarî sivîl derbasî qadên di destê mixalifan da bibûn.
Agirbest û texliyeya Helebê ji bo normalbûna têkiliyên siyasî yên ji ber krîza teyareyê ya mijdara 2015an xirab bibûn bû firsend.
Dema sala 2016an xilas dibû Enqere û Moskovayê biryar dan ku hevkariya li Helebê ji bo tevahiya Sûriyeyê jî bikin.
Tirkiyeya garantoriya mixalifan hilda ser xwe û Rûsyaya garantoriya rejimê hilda ser xwe ji rêbendana 2017an pê va ji bo pêşxistina înîsiyatîfên hevpar ên li ser çareseriya siyasî ya şerê navxweyî hewl dan.
Di encama hewlên herdu welatan da di 23-24ê rêbendana 2017an da li Astanayê civîn hat kirin.
Tirkiye û Rûsyayê li Astanaya paytextê Qazaxistanê formatek dan destpêkirin û bi saya vê, mizakereyên ji hezîrana 2012an pê va di çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) da dihatin kirin lêbelê encamek nedihat bidestxistin xurt bûn.
- Di mijara YPG/PKKyê da mitebeqata tam
Çavkaniyên dîplomatîk ên agahî dan AAyê dibêjin ku rayedarên Tirk û Ûris di asta wezîrên karên derva, wezîrên parastinê û serokên îstixbaratê da di 29ê berfanbarê da li Moskovayê îstişare kirin û ji bo têkoşîna dijî YPG/PKKya rêxistina terorê hatin ser heman fikrê.
Çavkaniyan diyar kirin ku herdu aliyan jî gotin rêxistin bi piştgiriya Amerîkayê mezin bû pergala herêmê xirab dike, dibê hetanî asta xwe ya berê were paşdaxistin û li ser vê mitabiq man.
Hevkariya Tirkiye-Rûsyayê qewîn dibe, ji hêla din va Amerîkaya ku digot hevkariya bi YPG/PKKyê ra bi tenê ji bo têkoşîna dijî DEAŞê ye, hevkarî berwext û teqdîqî ye jî ligel biryara vekişîna ji Sûriyeyê hê di mijara YPG/PKKyê da xwe nade ber hevkariyê.