İbrahim Atmaca
09 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 2 hezar û 194 tax û gundên 6 bajaran girt.
Li Erziromê ji duh êvarê vir va berf dibare û bi taybetî li deverên bilind car caran bager radibe û tevî berf û bagerê va sermayê jiyan kir tengasiyê.
Li bajêr berf û bagerê rêya hezar û 119 taxan girt, li ser banên hin mal û kargehan şembelûk daliqiyan û hewz qerimîn.
Ekîbên Şardariya Bajarê Mezin a Erziromê ji bo avêtina berfa ku derketiye 27 santêmî û seba vekirina rêyan dizebitin.
- Erzincan
Berf û bagerê rêya 45 gundên ser navenda Erzincanê, 45 gundên navçeya Çayirliyê, 40 gundên navçeya Îlîçê, 70 gundên navçeya Kemahê, 60 gundên navçeya Kemaliyê, 8 gundên navçeya Otlukbeliyê, 110 gundên navçeya Refahiyeyê, 65 gundên navçeya Tercanê û 20 gundên navçeya Uzumluyê girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr bi 10 ekîb, 8 qirêder, 4 kamyonên berfok, dozerek, 3 kepçe û makîneyên berfê va dixebitin ku rêyan vekin.
Nûrî Yorulmaz û kesekî pê ra dema ku ji gundê Mecîdiyeyê derketiye, wesayîta wî di berf û bagerê da maye. Erzincan Off-Road û endamên Kulûba Sporên Siruştê piştî xebata 4 saetan ew xelas kirine.
- Agirî
Li Agiriyê piştî ku dibistanên navendê û yên gundên ser navendê û dibistanên navçeyên Elaşgir û Dutaxê hatin tetîlkirin, li navçeya Xamûrê jî dibistanên gundan û dibistanên ku xwendekarên wan bi wesayîtan diçin û tên, ji ber rewşa hewayê rojek hatin tetîlkirin.
Berf bi şev barî û serê sibê şofêran tengasî kişand, esnafan jî berfa ber kargeha xwe avêt.
Ji ber rewşa hewayê serê sibê seferên balafirên AnadoluJetê yên navbera Balafirgeha Ehmedê Xanî ya Agirî û Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê ji herdu aliyan va hatin betalkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Îdareya Taybet a Bajêr hat dayîn jî berf û bagerê rêya 275 gundan girt.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku berf hê dibare û ekîb ji bo vekirina rêya gundan bê navber dixebitin û rêyan xoyê dikin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şeftiya Şaxa 123yem a Rêbejan hat dayîn jî duh bi şev ji ber barîna berfê rêya Agirî û Elaşgirê hat girtin û piştî xebata ekîban cardin hat vekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bilî vê di rêyên ku jê berpirsyar in da ji saetên sibê pê va rewşeke neyênî tuneye, paqijî û xoyêkirin dewam dike.
- Qers
Li Qersê ji ber berfa ku bi navber dibare ji navçeyan rêya 10 gundên Arpaçayê û 2 gundên Qaqizmanê girtî ye.
Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gundan bê navber dixebitin.
Li bajêr welatiyan jî berfa ser wesayîtên xwe û berfa ber mal û kargehên xwe avêtin.
- Tuncelî
Li Tunceliyê piştî barîna berfê ji navçeyan li Pulumurê rêya 40 gundî, li Pertekê rêya 23 gundan, li Ovacikê rêya 31 gundan, li Nazimiyeyê rêya 21 gundan, li Mazgirtê rêya 45 gundan, li Hozatê rêya 20 gundî, li Çemîşgezekê rêya 2 gundan û rêya 36 gundên ser navenda bajêr hatin girtin.
7 ekîbên girêdayî Midûriya Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr, ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Li gor agahiya ku ji 88emîn Şeftiya Şaxa Tunceliyê ya Rêbejan hat hildan, ji ber berfa ku bi şev barî û bagera ku rabû rêya Tuncelî-Pulumur-Erzincanê texma Cankurtarana ku 1900 raqim bilind e hat girtin û hat vekirin.
- Erdexan
Li Erdexanê berfê bi şev dest pê kir û bû bager. Rêyên sereke jî tê da di rêbejan da tengasî derket.
Ji bo kesên ku di rêyan da mehsûr mane ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û şaredariyê xebitîn û welatiyên ku di 72 wesayîtan da di rê da mabûn xelas kirin.
Piştî berf û bagera herêmê digel rêyên Erdexan-Şavşat û Erdexan-Posofê, rêya 107 gundan hê girtî ye.
Rayedarn hişyarî da ku li giştiyê herêmê berf dibare, bager e û cemed çêdibe û heke mecbûrî nebe bira kes nekeve ser rê û dirban.