Serokomar Erdogan: "Hevsarê vê rêxistina ku ev 40 sal in têgehên wekî xizmet, hîmmet, perwerde, diyalog, xêrxwaziyê bi kar tîne û ketiye nav dewlet û civakê, di destê dijminên îslamê de ye."
Elif Orhan
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
Ankara
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li digel rûsipiyên Misilman ên Komara Başûrê Afrîkayê civiya û gotarek pêşkêş kir.
Serokomar Erdogan got, "Em dê têkoşîna heq û edaletê ya ku me got 'Cîhan ji 5an mezintir e' û me kir sembol bi biryardarî bidomînin. Em li gel Afrîkayiyan jî, li gel Filîstîniyan jî, Bosnayiyan jî, Sûriyeyiyan jî, Arakaniyan jî Turkistaniyan jî ne."
Erdogan got, "Wekî ku kurmikeke biçûk çawa ku darekî mezin dixwe, belaya esil a ku vejena misilmanan ji hûndir ve dixwe rageşiyên terorî û mezhebî ne."
Serokomar Erdogan wiha pê de çû: "Li welatê me rêxistinên wekî FETO û PKKê hêlînên fesadê ne ku birayên me tenê qetl dikin. Em divê li hember van rêxistinên ku armanca wan a esil ew e ku me berdin hev hişyar bin."
Serokomar Erdogan anî ziman ku hevsarê vê rêxistina ku ev 40 sal in têgehên wekî xizmet, hîmmet, perwerde, diyalog, xêrxwaziyê bi kar tîne û ketiye nav dewlet û civakê, di destê dijminên îslamê de ye Eu got, "Yên ku şeva 15ê temûzê gule berdan gelê me terorîstên bi unîforma ne ku rihê xwe firotine wî şarlatanê li Amerîkayê yê haşa ku wekî mehdî dibînin."
"Em pêngavên hewce diavêjin û emê biavêjin"
Serokomar Erdogan got, "Me li Afrîkaya Başûr jî ji bo ku hêlînên fitneyê yên vê rêxistinê bên girtin pêngavên hewce avêtin, em diavêjin em ê biavêjin. Me hay jê heye ku FETO li Afrîkaya Başûr bi taybetî ji ser saziyên perwerdeyê hewl dide ku misilmanan bikêşe ba xwe."