Türkan Tosun
30 Îlon 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî li Kizilcahemama navçeya Enqereyê beşdarî civîna hevpar a Koma TBMMyê û Lijneya Rêvebiriya Navend a partiya xwe bû.
Piştî civîn qediya Bahçelî civîneke çapemeniyê li dar xist û axivî.
Bahçelî behsa biryarên hikûmetê yên aboriyê kir û wiha got: "Bernameya Aboriyê ya Nû û tevdîrên hikûmetê dîtin heke bi awayekî bibiryar û berfireh bikevin rewacê rewş wê baş be, hewaya baharê ya ku bendê ne wê pir dûr nebe."
- "Îttifaqa Cumhur wê bijî"
Der barê hilbijartina herêmî da Bahçelî wiha got: "Îttifaqa Cumhur wê bijî, ji bo dost û dijmin ewê bibe peyameke mayînde. Îttifaqa Cumhur careke din divê wezîfeya xwe ya neteweyî û berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bîne, ev girîng e. MHP mihtac û mecbûrî tu kesî, tu hawirdorî û tu tiştî nîne. Derdê me Tirkiye ye, milletê Tirk e, weke ruhê Hêza Neteweyî domandina sekn û zindîbûna Tifaqa Cumhur e."
- "Emê ji bo Şaredariya Mezin a Stenbolê namzedekî eşkere nekin"
Bahçelî der barê Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê da wiha got: "Wek partî emê ji bo Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê namzedekî eşkere nekin. Bi rastî jî emê ji soza xwe neyên xwarê. Emê li rûyê wan kesên bê hiş yên ji bo vê biryara me dibêjin 'Dev ji Stenbolê Berdan' nenihêrin."
Ji bo teklîfa efûyê jî Bahçelî got ev ne teklîfa Îttifaqa Cumhurê ye û wiha dewam kir: "Îttifaq cuda ye, teklîfa me cuda ye. Divê tevgerên li hember teklîfa qanûnê û yên li hember îtttifaqê neyê tevlihevkirin. Hêvî dikim guh nedin yên fitneyê belav dikin."