Türkan Tosun
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got: "Derew û xapandina Serokê Giştî yê CHPyê wek kuliyatê zêde bûye. Bi vî halê va eşkere li holê ye ku divê ew ji gelê Tirk û tevgera ulkuciyan a neteweperwer lêborînê bixwaze."
Bahçelî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu duh êvarê di Televizyona Haberturkê da beşdarî bernameya Dîdem Arslanê bûye û dema pirs bersivandine derewan kiriye.
Bahçelî got Kiliçdaroglu ji gel ra derewan dibêje, îdiayên ji dûrî rastiyên davêje holê û wiha dewam kir: "Hezkirina terorê ya tifaqa zîlletê, meraqa wê ya cudakariyê berbiçav bûye, eşkere ye."
- "Derew û xapandina Serokê Giştî yê CHPyê wek kuliyatê zêde bûye"
Kiliçdaroglu rexne kir û wiha got: "Derew û xapandina Serokê Giştî yê CHPyê wek kuliyatê zêde bûye. Bi vî halê va eşkere li holê ye ku divê ew ji gelê Tirk û tevgera ulkuciyan a neteweperwer lêborînê bixwaze. Kiliçdaroglu ketiye talaşê û bi awayekî teredut derewan dike, ev jî nîşan dide ku tesîra jahrê ya zîletê belav bûye, hişmendiya wî ya siyasî felc kiriye û hişê xwe winda kiriye."