06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
ORDU
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ji bo ku beşdarî hin bernameyan bibe hat Orduyê û li Balafirgeha Ordu-Gîresunê daxuyanî da rojnamevanan.
Kurtulmuş bal kişande ser lehiya ku li Orduyê rabû û got ku di salên dawîn de lehiyeke wiha mezin çênebibû.
Kurtulmuş got ku çi ji destê wan tê dikin û wiha axivî: "Walîtiya me, Serokatiya Şaredariya Mezin, hêzên me yên cendirmeyan, Midûriyeta Herêma AFADê, hemû hêzên me çi ji destê wan tê zêdetir dikin. Hewl didin ku birînên welatiyên me yên li herêmê derman bikin."
- "Bi hemû derfetên xwe ve em ê hewl bidin ku zirar û ziyan ji holê rabe"
Kurtulmuş daxuyand ku li navçeya Perşembeyê 2 kes mirine û kesek jî winda ye û wiha devam kir: "Înşallah welatiyê me yê ku winda wê di demeke kin de sax û silamet bê dîtin. Ji bo kesên ku mirine jî ez sersaxiyê didim malbatên wan. Xwedê rehma xwe li wan bike. Bila derbasî be. Ev bi 10an salan e ku tiştekî wiha çênebûye. Ji vir şûn de bila welatiyên me bawer bikin ku hikûmeta me wê zirar û ziyana wan bide. Bi hemû derfetên xwe ve em ê hewl bidin ku zirar û ziyan ji holê rabikin. Ji bo birîna welatiyên me yên ku li navçeyên Perşembe, Fatsa û Gurgentepeyê bê dermankirin çi ji destê me tê em ê bikin."