29 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
ORDU
Li Orduyê di dibistaneke navîn da ji bo ku îngilizî baştir were fêrkirin, "Cafe English" hat vekirin û xwendekar tê da îngiliziya xwe pêş dixin.
Li navçeya Altinorduyê ji Dibistana Navîn a Kokenliyê grûbekê piştî Tûrnûvaya Mihrîcanê ya Cîhanê ku bi beşdarbûna 40 welatî li Amerîkayê hat lidarxistin, projeyeke nû amade kir.
Rêvebirên dibistanên lê nihêrîn ku midûr, mamoste û xwendekarên ku ji welatên din beşdarî tûrnûvayê bûn, îngiliziya wan baş e, projeya "English Cafeyê" çêkirin ku xwendekarên wan jî bi îngilizî baş biaxivin.
Rêvebiran anî kantîn kişandin xwaringeha berê ya li baxçeyê dibistanê û ji bo ku di kantînê da bi îngilizî were xeberdan rêgezên cuda danîn. Li kantînê lewhayên îngilizî hatin daliqandin û xwendekar xwe ber hev diguhêzin û tê da wezîfeyê dikin. Di kafeyê da hem danûstandin tê kirin û hem tenê bi îngilizî tê axaftin.
Mebesta projeyê pêşxistina ziman e.
Midûrê dibistanê Tuncay Kaya di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku wan li çalakiyeke navneteweyî ya li DYAyê ferq kir ku îngiliziya wan qels e û wiha dewam kir, "Dema em vegeriyan Ordûyê, me lêkolîn kirin ku em çawa dikarin hîndekarî û fêrbûna ziman pêş bixin."
Mamosteya îngilizî Burcu Doganê jî diyar kir ku ew bawer e dê bi saya projeyê dijwariya fêrbûna zimanê îngilizî ji holê rabe.
Xwendekarê pola 6emîn Erkan Ozyurt jî got ku li "English Cafe"yê hînbûna zimanê îngilizî asantir e û bi saya pratîkên ku ew bi hevalên xwe ra dike, hînbûna ziman mirov aciz nake.