22 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
ANKARA
Di çarçoveya "Hevdîtinên Peymana Komî ya Heyama 4an" ya di navbera hikûmetê û sedîqeyan da peymana zema mehaneyan hat îmzekirin. Li gor vê di sala 2018an da ji bo 6 mehên ewil ji sedî 4, ji bo 6 mehên dawîn ji sedî 3,5, di sala 2019an da jî ji bo 6 mehên ewil ji sedî 4, ji bo 6 mehên dawîn ji sedî 5 zem dan karmendan.
Di daxuyaniya Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ya nivîskî da hat diyarkirin ku di navbera Heyeta Xwedîkarên Dewletê û Heyeta Sendîqeyên Wezîfedarên Dewletê da ji bo zema mehaneyan peyman hat çêkirin û di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Di sala 2018an da ji bo 6 mehên ewil ji sedî 4, ji bo 6 mehên dawîn ji sedî 3,5, di sala 2019an da jî ji bo 6 mehên ewil ji sedî 4, ji bo 6 mehên dawîn ji sedî 5 zem dan karmendan. Wek mayîn ji hemayên 6 mehî heke enflasyon ji zemê derbas bibe ferqa wê jî ew ê bidin karmendan.q
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ew ê merasima îmzekirina peymanê îro li Salona Civînê ya Reşat Morali ya Wezaretê bê lidarxistin.