22 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu ji bo ku li ser mijarên di rojeva têkiliyên Tirkiye-Iraqê de cî digirin bisekine dê di 23yê tebaxê de Iraqê ziyaret bike.
Di daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn de hat ragihandin ku dê Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu ji bo ku li ser mijarên di rojeva têkiliyên Tirkiye-Iraqê de cî digirin bisekine dê di 23yê tebaxê de Iraqê ziyaret bike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tê payîn ku Birêz Wezîrê me li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm, Serokwezîr Heyder Ebadî, Serokê Parlementoya Nûneran Selîm Cûbûrî, Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Caferî re hevdîtinê bike û bi siyasetmedarên tirkmenên Iraqê re bê bal hev û pişt re jî derbasî Hewlêrê bibe û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re hevdîtinê bike."