19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
ANKARA
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê: "Piraniya welatiyên me yên kurd piştgiriyê didin reformên demokratîk, veberhênan, pergala kamuyê û têkoşîna dijî terorê. Serokomar Erdogan û hikûmet cudahiyê dikin navbera kurdan û PKKyê û bi vî awayî hilbijêrên kurd bi wan bawer dikin."
Kalin di gotara xwe ya di rojnameya Daily Sabahê da hat weşandin destnîşan kir roja yekşemê bi milyonan welatî çûn ser sandoqê û di ciyê pergala parlementeriyê da pergala hikûmeta serokomariyê tercih kirin.
Îbrahîm Kalin destnîşan kir ji sedî 51.4an gotiye "erê" û got di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê da rûpeleke nû vebû.
- "Hilbijêrên kurd ji Erdogan û hikûmetê bawer kirin"
Kalin diyar kir encameke girîng a referandumê ew e li herêmên kurd lê dijîn piştgiriyeke mezin dan pakêta guherînê û wiha got: "Li gor encamên nefermî AK Partiyê li Mûşê ji sedî 24,8 ray hildabû û îcar ji sedî 50,8 gotin 'erê.' Li bajarên wek Diyarbekir, Sêrt, Wan û Mêrdînê jî heman rewş çêbû. Ev rewş nîşan dide hilbijêrên kurd terora PKKyê û polîtîkaya HDPyê ya terorê meşrû dike red dikin. Piraniya welatiyên me yên kurd piştgiriyê didin reformên demokratîk, veberhênan, pergala kamuyê û têkoşîna dijî terorê. Serokomar Erdogan û hikûmet cudahiyê dikin navbera kurdan û PKKyê û bi vî awayî hilbijêrên kurd bi wan bawer dikin."