28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê "Kolana Melîk Ahmet" bi xebatên li gorî dekora dîrokî va wê bibe yek ji deverên herî biprestîj ê bajêr.
Herwiha Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku ji ber êrîşên rêxistina terorê PKKyê gelekî zirar dîtibû ji bo ku bibe "navenda cazîbeyê" Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, Midûriyeta Giştî ya Weqfan û şaredarî xebatên hevbeş dikin.
Di vê çarçoveyê da li navçeyê xebatên binesazî, sêwirîna bajêr, peyzaj û avakirina xaniyên li gorî mîmariya herêmê û herwisa nûjenkirina berhemên dîrokî yên xerabûyî dewam dikin.
Dîsa di çarçoveya "Projeya Nûjenkirina Kolanan" a Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê da kargehên li ser Kolana Xazî û Kolana Melîk Ahmet û herwiha kargehên li Sûka Şewitî li gorî dekora dîrokî tên nûjenkirin. Dîsa ji bo ku Kolana Melîk Ahmet bibe xwedan prestîj xebat û fealiyet bê navber didomin.
Li ser kolanê xebatên wekî verastkirina rêya wesayîtan, firehkirina peyarêyan, dardanîn, ronîkirin û çêkirina kanalîzasyonê dewam dikin. Dîsa di vê çarçoveyê da xetên ceyranê yên li ser kolanê dixin binê erdê.
Esnafê semtê jî ji ber vê nûjenkirina ku qedera 40 milyon lire lê hat xerckirin, gelekî kêfxweş e.
Cîgirşaredarê Sûrê Bîlal Ozkan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku Kolana Xazî û Kolana Melîk Ahmet di warê aborî û tûrîzmê da ciyên herî navendî yên navçeyê ne.
Ozkan bal kişand ku herdu kolan jî pir kevn bûbûn û ji hal ketibûn û wiha dewam kir, "Dema me rêveberî wergirt me ewil plan kir ku emê Kolana Xazî û Kolana Melîk Ahmet wekî 'kolana prestîj' verast bikin. Helbet di vê şixula xwe da me ji dezgehên eleqedar destûra xwe wergirt û me wisa dest bi verastkirin û nûjenkirina kolanan li gorî dekora dîrokî kir."
Ozkan herwisa bal kişand ku ev xebat wê heta biharê kuta bibin.