Sevim Hatun
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
İSTANBUL
Tramvaya Nostajîk ji ber xebatên Şaredariya Mezin a Stenbolê yên li ser kolana Beyoglu û Îstîklalê demekê hatibû sekinandin cardin anîn Taksîmê.
Xebatên binesazî, vesazkirina derdorê û nûkirina rêhesina tramvayê yên di 13ê rêbendanê de li ser Kolana Îstîklalê hatibûn destpêkirin li ber qedandinê ne. Tramvaya Nostajîk a di vê çarçoveyê de hat rakirin ji bo ajotina testê anîn Taksîmê.
2 vagon anîn Meydana Taksîmê 2 vagonên ku hê nû hatine çêkirin û hê li ser rêhesinê nehatine bicîkirin sekinandî ne. Piştî ku xebatên rêhesin û ceyranê temam bibin wê Tramvaya Nostajîk dest bi ajotinên testê bike.
Di vê navberê de hat diyarkirin ku vagonên Tramvaya Nostajîk hatine temîrkirin.