Nihat Kavşut
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
MUŞ
Li Wartoya navçeya Mûşê welatiyê bi navê Memduh Kapçin bi alîkariya dewletê çewlika heywanan ava kir.
Kapçin qederê 5 sal berê projeya çêwlika beskiyê amade kir û pêşkêşî Saziya Alîkariya Pêşketina Heywandarî û Çandiniyê kir. Kapçinê projeya wî hat qebûlkirin 2 milyon lîre alîkariya hîbeyê sitand û li taxa Înakê li ser qadeke 14 hezar û 500 metre çargoşe çewlika heywanan ava kir.
Memduh Kapçin salê qederê 400 dewar xwedî dike û difiroşe bajar û navçeyên derdorê.
Kapçinê heywandar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir sala 2013yan da ji sedî 65 bi alîkariya dewletê çewlika dewaran ava kiriye.
Memduh Kapçin destnîşan kir berê dikana wî ya nalburê hebûye û wiha got: "Destpêkê da min zor û zehmetî kişand, lê bi alîkariya dewletê ez bi ser ketim."
Kapçin diyar kir bi çewlikê ji kesên din ra jî bûye mînak û got li herêmê 5 çewlikên din jî hatin avakirin.
Memduh Kapçin destnîşan kir Saziya Alîkariya Pêşketina Heywandarî û Çandiniyê li herêmê xebatên baş dike û wiha got: "Bi saya xebatan li herêmê îstixdam û sîrkulasyona pere çêdibe."
- Di nav 2 salan da 10 milyon lire alîkarî dane heywandar û cotkaran
Qaymeqam Mehmet Nurî Çetin diyar kir dewletê li navçeyê di nav 2 salên dawîn da 10 milyon lire alîkarî daye cotkar û heywandaran û got heywandar Kapçin jî 2 milyon lire hîbe wergirt.