09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
PARÎS
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande bi Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re hevdîtin kir.
Hevdîtin li Qesra Elyseeyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin û di hevdîtinê de her du serok li ser mijarên herêmî û arîkariya çekan a ku dê bidin Iraqê axivîn.
Hollande hefteya borî gotibû ku di têkoşîna dijî DAEŞê de dê arîkariya çekên giran bidin Iraqê.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan dîsa hefteya borî dabû zanîn ku yekîneyên Fransayê bataryayên topavêj ên ku dê bidin xizmeta artêşa Iraqê bi cî kirin.
Le Drîan gotibû ku dê keştiya balafir a Charles de Gaulleyê jî di çarçoveya têkoşîna dijî DAEŞê de di demek kurt de bişînin herêmê.