09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Li 13 taxên ser Hênê, Kocakoy û Liceya navçeyên Diyarbekirê ji ber operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Walîtiya Diyarbekirê der heqê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku ji bo qefaltina payebilindên rêxistinê yên li del û çiyayan xwe vedişêrin, îmhekirina kozik û stargehên milîtanan û pêk hatina armancên din va wê operasyon bê lidarxistin.
Hat gotin ku qedexeya derketina derva ya ji ber operasyon û bi armanca ewlehiya can û malê gel îro di saet 05.00ê sibehê da li taxên Guçlu, Gokçe, Ziyaret, Uçari, Serînce, Çagdaş, Kayacik û Esenlera ser Liceyê, li taxên Kirim, Gomeç û Yayvana ser Hênêyê û li taxên Şaklat û Yazikoya ser Kocakoyê dest pê kir û sepandin heta emrekî duyemîn jî wê dewam bike.
Daxuyaniyê da hat ragihandin ku dema qedexeya derketina derva bê rakirin ev yek jî wê bê îlankirin.