İbrahim Atmaca
04 Sibat 2019•Rojanekirin: 05 Sibat 2019
MARDÎN
Rêncber Mehmet Nezîrê ku gundê Xatûniya Jêrê ya Kiziltepeya navçeya Mêrdînê dijî, 2 hêştirên xwe weke zarokên xwe xayî dike.
Aydin 4 sal berê 2 torm kirî û navê yekê danî "Badem" navê yekê jî danî "Sakiz". Aydinê bavê 7 zarokan, hêştirên xwe ji zarokên xwe naqetîne û weke zarokên xwe li wan jî dinhêre.
Aydin dema ku hewa xweş be hêştirên xwe li derdora gund digerîne, alifê wan didê û ji mesrefa wan nareve, şîrê hêştiran jî kê bixwaze bê pere dide wan.
Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji heywanan pir hez dike, wî ew qas heywan xayî kirin, lê kêfa wî herî zêde ji hêştiran ra tê.
Aydin diyar kir ku li herêmê wan hêştir tunene, wî bi salan hêştir di têlevîzyonê da didît û biryar da ku ew jî hêştiran xayî bike û 4 sal berê ji xwe ra 2 tormê hêştiran kirî.
Aydin daxuyand ku di serî da derdora wî ecêb diman ku ew hêştiran xayî dike, lê paşê ew jî hîn bûn û wiha dewam kir, "Şêniyên gund jî ji hêştirên min pir hez dikin. Keên ku wek mêvan têne gund û li ser rêyan hêştirên min dibînin, ji wesayîtên xwe peya dibin û bi hêştiran ra wêneyan dikşînin. Zarokên gund timî tên teseliya hêştiran dikin."
Aydin got ku dilê wî tuneye ku bazirganiya hêştiran bike.
Aydin diyar kir, kesên bawer dikin ku şîrê hêştiran derman e, jê şîr dixwazin, ew jî bê pere dide wan û destnîşan kir, seba ku li herêmê xayîkirina hêştiran zêde bibe ew ê hewl bide.
Aydin got ku kêfa wî ji xayîkirina hêştiran ra tê û wiha dewam kir:
"Ez mîna keç û kurê xwe ji hêştirên xwe hez dikim. Ez teqez danê sibê û danê êvarê teseliya wan dikim, bin ciyê wan paqij dikim, wan mehes dikim. Carinan bi wan ra diaxivim. Ez wan zivistanê bi ceh û garis xayî dikim."