Nihat Kavşut
16 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
ERZIROM
"Ey Parlementoya Ewropayê hûn ji çi çaxê va aqil didin vî gelî? Vî aqilî ji bona xwe veşêrin."
Serokomar Erdogan ji bona biryara Parlementoya Ewropayê ya li ser Operasyona Çiqlê Zeytûnê wiha got: "7 sal in em mazûvaniya 3 milyon û nîvek kesên ji Sûriyeyê dikin. Wexta me derî vekira û wan bişanda hûn ê ji ber wan bireviyana qul û bexşan. We ji me lava û hêvî kir ku em derî venekin. Me însanetî kir, lê hûn ji însanetiyê fehm nakin. Niha çi biryarê hildidin hildin, xema me nîne. Jixwe tu qîmeta biryarên we tuneye."
"Niha hem di têkoşîna dijî terorê de hem di şerê Efrînê de ez dibêjim 'Xwedê fetha xwe ji me re nêzîk bike'. Lewra mizgînî heye. Înşellah ev mizgînî ji bo me jî nêzîk e."